Pênciwênî: Başûr ji bo parçeyên din ên Kurdistanê bûye qibleyek

19-05-2019
RÛDAW
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî
Nîşan Mihemed Emîn Pênciwênî Kurdistan Serokatiya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî diyar kir, kesê ku ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê were hilbijartin, divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê hewl bide.

 

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi beşdariya çendîn siyasetmedar, akademîsyen û rewşenbîran paneleke bi navê "Serokê Herêma Kurdistanê – Çar salên bê" bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê hat sazkirin.

 

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî di panelê de diyar kir: “Dîwana Serokatiyê ji bo hemû Kurdan dîwaneke vekirî be, desteya serokatiyê xwe bigihîne hawara pirsgirêkên xelkê, ez ji Kak Nêçîrvan Barzanî vê yekê çaverê dikim, ji ber ku demeke dirêj ji bo mijara Bakurê Kurdistanê peywendiya min li gel wî hebû.”

 

Mihemed Emîn Pênciwênî destnîşan kir: “Başûrê Kurdistanê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê bûye qibleyek, bûye cihê xweparastinê ji bo hemû lêqewimiyan, ji bo siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên parçeyên din ên Kurdistanê, lewma pêwîst e li ser hemû Kurdan, ji bo parastina vê proseyê hewl bidin.”

 

Pênciwênî amaje bi wê yekê kir: “Roleke esasî ya Nêçîrvan Barzanî hebû di proseya aştiyê ya Bakurê Kurdistanê de, di vekirina hinek girêkên navbera şoreşa Bakur û hikûmeta Tirkiyê de ku di encamê de mijara Kurdan ne tenê li Bakur, li hemû cîhanê çend gav pêş xist.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst