Serokê Dêra Kildanî: Kurdistan xwedî hemû şiyanan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Louis Raphael Sako di "Konferansa Herêma Kurdistana - Îraqê, Yekrêzî û Destûrê” de dibêje “Herêma Kurdistanê ji bo bingehdanîna herêmeke demokrat û xwedî destûr hemû şiyanên xwe hene.”

Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Louis Raphael Sako di "Konferansa Herêma Kurdistana - Îraqê, Yekrêzî û Destûrê” de beşdar bû û kir ji bo serxistina serdana Papayê Vatîkanê sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku Hewlêr û Bexda sûda xêrê ji wê serdanê bibînin.

Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Louis Raphael Sako got “Pêwîste serkirde bi ciddî serederiyê li gel guhetinên rasteqîn û mezin de bikin.” Herwiha Sako amaje bi vê yekê kir ku pêwîste destûreke sivîl hebe û li gel rewşa niha guncaw be.

Kardînal Louis Sako dibîne ku "pêwîste em xwe ji yasayên kevin rizgar bikin ku pêwendî bi azadî û warê kesî ve hene." Sako dibêje “Herêma Kurdistanê ji bo bingehdanîna herêmeke demokrat û xwedî destûr hemû şiyanên xwe hene.”

Bi nerîna Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê, pêwîst e yasa û destûr li ser bingeha welatîbûn û wekheviyê bê dariştin û wiha berdewam kir “Di dewleteke sivîl de welatî bikaribe Kirîstiyan, Misilman an her olekê ji xwe re hilbijêre.”

Louis Sako, tevlîkirina olê bo siyasetê bi xerakirina ol û bihayên wê binav dike.

Kardînal Louis Sako got “Destûra sivîl garantiya yekgirtin û pirrengiyê dike, demokrasî nabe tenê di rû de be, lê divê garantiya azadî û mafê mirovan bike.”

Louis Sako herweha ji bo vehewandina hezaran awareyan sipasiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.