Li Geverê bi hatina biharê pincar bûne deriyê dahatê
Gever (Rûdaw) - Bi hatina werza biharê li Bakurê Kurdistanê jin ji bo debara jiyana xwe derdikevin komkirina pancar û giyayên cuda cuda. Di van salên dawî de êdî beşek giyayên çiyayên Kurdistanê bi şêweyekî têne amadekirin û ji bo bajarên Tirkiyê û heta welatên biyanî jî têne rêkirin. Li deşta Geverê jî jinan berê xwe dane deştê û sîrikan kom dikin.
Damanên ciyayên cîlo û satê, wate deşta Geverê, bilindayiya xwe ya digehe 1950 metreyan bi rengê efsûnî yê biharê xemilî ye. Jinên Geverê berê xwe dane deştê ji ber ku ev deşte ne tenê çavê wan mêvanan têr dike, belkû êdî deşt û nihêla Geverê bûye dereyekî dahatê jî.
Jina rençber Pakîze Tosun dibêje: “Deşta me gellek xweş e. Kulîlkên sor û zêr tê de ne. Mirov hema hez dike li deştê bimîne. Her tiştê ku bixwazin li deştê heye. Mirov û zarok û kulîlk hene. Em hatine sîrikan berhev bikin û em ji gundan hatine. Em sîrikan dikin nava penîr û pêxwarinê. Em sîrikan zer dikin û dikin nava pênîran de.”
Jinên Geverê li deştê sîrikan kom dikin. Ew sîrik jî dibêne tama herî xweş a penîrên Gever û Colemêrgê debara jiyanê ji bo wan ji wê deşta bedew peyda dibe.
Kabanî Melîsa Akdogan jî got: “Du meh bûn, keşûhewa nexweş bû, lê îro keşûhewa baş e. Deşta me şîn û hemû kulîlk in. Li çiyayan hêj berf heye. Em jî bo xwe hatine sîrikan û pancarî.”
Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Sêrtê li hêrma Colemergê û navçeyên wê 116 corên pancar û giyayên ku têne xwarin hene, lê xelkê deverê tenê 40 coreyên wan nas dike û sûdê jê dibîne.