ŞIRNEX - Termê Egîdê 27 salî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê termê Egîdê 27 salî hat dîtin.

Egîd Ozdemîrê 27 salî 15ê Gulanê ji malê derket û careke din venegeriya û malbata wî ji bo dîtina kurê xwe serî li qereqolê da.

Termê Egîd şeva borî li çoltera gundê Germgeyê yê Silopiyayê hat dîtin.

Egîd bavê 2 zarokan bû û tê gotin ku xwe kuştiye.

Li hêla din, li ser sedema mirina wî dest bi lêkolînê hatiye kirin.

Yusuf Ozdemîrê pismamê Egîd gotibû dema Egîd ji Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê vedigeriya, li Taxa Yenîşehirê dibêje ku ew dê here marketê û ji otomobîlê peya dibe û êdî pêjin jê nayê.