Li Meletiyê pevçûna çekdarî: Kuştiyek û 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna çekdarî ya navbera mirovên hev de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Goristana Bajêr a Meletiyê ji ber sedemeke nediyar di navbera mirovên hev de nîqaş derket.

Nîqaşa ku dest pê kir her ku çû veguherî pevçûna çekdarî û Selçuk U, Mesut U. û Abuzer U. di pevçûnê de birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.

Ji birîndaran Selçuk U. li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê tevî hewldanên bijîşkan mir.

Ji bo ku şikbarên ku reviyane bên girtin, polîs dixebitin.