SÛRIYE - Rakirina cezayan dê aboriyê geş bike?

Şam (Rûdaw) – Biryara rakirina cezayên aborî yên ji ser Sûriyeyê bandoreke mezin li bazara wî welatî kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di geşta xwe ya Kendavê de li Erebistana Siûîdî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya bû û biryara rakirina cezayên li ser Sûriyeyê dabû.

Ev biryara Trump bandor li bazara navxwe ya Sûriyeyê kiriye û bihayê Lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolar zêde bû.

Ev pêşhata aborî bûye sedema dilgiraniya bazirganan.

Xwediyên dikanan dibêjin ku dema bihayê lîre baş dibe, ew tiştan erzan dikin lê roja din dîsa nirxê lîre dadikeve û wê demê ew zererê dikin.

Li aliyê din, xelk jî dixwaze bihabûna li bazarê bi dawî bibe.

“Em her roj zererê dikin”

Bazirganê li Şamê yê bi navê Mihemed Ebdela ji Rûdawê re got:

"Duh sibehê min kel û pelên xwe anîn dema ku dolar bi deh û nîvan bû. Piştî me anîn dikanê dolar bû deh.

Me rabû kel û pel bi zerar û sermiyanê wê firot. Em her roj rastî zerarê tên.

Çar dikanên min hene, tev rastî zererê tên. Ez nikarim heqdestê karkerên xwe qezenc bikim.

Ev 3-4 meh in di vê rewşê de ne. Car dolar bilind dibe û car dadikeve. Bihayekî diyar nemaye.

Her roj dahata min nêzîkî 50-60 milyonî ye û her roj ez zererê dikim.

Her ku dolar dadikeve ez bihayê kel û pelan dadixim. Roja din ez diçim dibînim dolar bilind bûye û kel û pel li me buha kirine. Her roj ev tişt bi serê me de tê."

Ji bo bihêzbûna aboriya Sûriyeyê dem lazim e

Destpêkirina pêvajoya geşedana aborî ya li Sûriyeyê girêdayî rakirina cezayan e. Ev yek jî li gorî pisporan dem û gavên pratîk jê re pêwîst in.

Lêkoler û akademîsyenê aboriyê Dr. Emar Yûsif jî li ser aboriya Sûriyeyê got,

"Em welatek in ku ji sala 1997an de hatiye cezakirin. Ceza ne nû ne, ceza kevn in, li ser dema deh salên dirêj kom bûne.

Vê yekê jî bi awayekî neyînî bandorê li aboriya Sûriyeyê kir.

Tevî ev şerê ku çêbû û cezayên ku hatin sepandin, em li pêş aboriyeke hilweşiyayî ne.

Ji me tê xwestin em ji nû ve ava bikin, ji me tê xwestin avakirina binesaziya aborî û destpêkirina aboriya Sûriyeyê ye.

Bi nerîna min pêwîstiya me bi nêzî 3 heta 5 salan heye da ku em vegerin qonaxa berî 2011an."

Li gorî amarên Wezareta Aboriyê ya Sûriyeyê, ji destpêka sala 2025an ve 425 kompanyayan destûra kar lwergirtine da ku li Sûriyeyê hilberînê bikin.

Tê çaverêkirin ku piştî rakirina cezayan hejmara kompamyayan bi awayekî berçav zêde bibe.

Hemû alî tekez dikin ku rakirina cezayan dê derfeteke dîrokî bide Sûriyeyê ku ji nû ve ava bibe.

Niha pirs ew e, gelo Hikûmeta Şamê heta çi astê dê karibe ji vê derfetê sûd bigire û paşerojeke aram ji bo xelkê Sûriyeyê ava bike?