Di êrişa DAIŞê de şervanekî canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrezorê di êrişeke DAIŞê de şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest da.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku di êrişeke din a şaneya DAIŞê ya li dijî xaleke li rojhilatê Dêrezorê de şervanekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniyê êriş li bajarokê El Behra yê Hecînê yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bûye.
HSDyê ev êriş bi "xedar û tirsonak" pênase kir.
HSDyê her wiha diyar kir ku ew dê çalakiyên xwe yên li dijî bermahiyên DAIŞê berdewam bikin û dewam banga bihêzkirina hevkariyê bi civakên xwecih re kir.