Asayîşa Rojava: Yek ji endamên herî xeternak ên DAIŞê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku wan li Dêrezorê yek ji endamên herî xeternak ê "şaneya xwekujiyê" ya DAIŞê girtiye.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku wan 16ê Gulanê li gundewarên rojhilatê Dêrezorê li hemberî DAIŞê operasyonek kiriye.
Asayîşê da zanîn ku di encama operasyonê de "yek ji kesên herî xeternak ku di gelek kuştin û operasyonên bêîstîqrarkirina herêmê de rol girtiye hatiye girtin."
Asayîşê her wiha li ser wî endamê DAIŞê got, "Hate îspatkirin ku di serdema kontrola rêxistina terorîst a li ser herêmê de beşdarî rêxistineke `bombevanên xwekuj` bûye."
Li gorî daxuyaniyê ew kes bi awayekî çalaj beşdarî avakirina yekîneyên xwekujiyê yên DAIŞê û operasyonên wan bûye.
Asayişê ragihand ku niha rêkarên destpêkê bi girtî re tên kirin, û dê li gorî pêvajoyên yasayî ji bo edaleta guncav, ew ji dadgehê re şandin.