Hevseroka PYDyê: Divê herî kêm 40 kursiyên Kurdan li parlamentoya Sûriyeyê hebin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsifê ragihand ku ew şêwazê destnîşankirina endamên parlamentoya Sûriyeyê red dikin.
Perwîn Yûsifê diyar kir ku Kurd zêdetirî ji sedî 20ê nifûsa Sûriyeyê pêk tînin û divê herî kêm 40 kursiyên wan hebin.
Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsifê pirsên Rûdawê bersivandin û li ser rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axivî.
"Îradeya gelê Kurd tê xespkirin"
Perwîn Yûsifê destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê heta niha mafê Kurdan ê di parlamentoyê de zelal nekiriye.
Wê anî zimên ku Şam dixwaze bi rêya tayînkirinê nûneran diyar bike lê ew vî rengî qebûl nakin.
Perwîn Yûsifê da zanîn ku ev yek xespkirina îradeya gelê Kurd e û got:
"Sûriye di nav guherîneke mezin de ye. Çaverê dihat kirin ku hilbijartineke demokratîk were kirin.
Kurd zêdetirî ji sedî 20ê nifûsa Sûriyeyê ne. Eger parlamento ji 110 endaman pêk bê, divê zêdetirî 40 kursiyên me hebin.
Hikûmetê bi rengê tayînkirinê biryar daye. Em vî rengî red dikin û qebûl nakin."
Şandeya Kurdan û helwesta Ehmed Şer
Perwîn Yûsifê li ser pirsa çûyîna şandeya Kurdan a Şamê eşkere kir ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ew şande red kiriye.
Wê da zanîn ku Şam naxwaze rasterast bi Kurdan re rûne û tenê bi hinek kesên ku bi xwe hildibijêre re hevdîtinan dike.
Perwîn Yûsifê li ser vê mijarê wiha axivî:
"Roja ku konferans hat kirin, Ehmed Şer daxuyaniyek da û ew konferans red kir.
Çi qasî me daxwaz kir ku em wekî şande herin Şamê, dîsa jî red kir.
Heta îro jî rasterast bi Kurdan re dan û standin nehatiye kirin.
Tenê bi çend kesên ku ew dixwazin re hevdîtinan dikin û mafê Kurdan di wê çarçoveyê de asê kirine.
Ji ber vê yekê şandeya Kurdan bê encam ma û xebatên wê rawestiyan.”
"Em wekî PYD neçûne Şamê"
Hevseroka PYDyê di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku ew wekî partî neçûne Şamê.
Lê belê wê tekez kir ku ew beşek ji Birêvebiriya Xweser in û di pêvajoya tevlîbûna nav hikûmetê de roleke pêşeng dilîzin.
Perwîn Yûsifê li ser rola partiya xwe xwe jç wiha got:
"Em wekî PYD neçûne Şamê lê em beşek ji Birêvebiriya Xweser in.
Di dan û standinên li ser mekanîzmaya derbasbûna Birêvebiriya Xweser a nav hikûmetê de me erkekî baş lîstiye, ji ber ku PYD pêşengiya Birêvebiriya Xweser dike."