Mamosteyê Zanîngeha Rojavayê: Em dest ji dersên bingehîn bernadin
Hewlêr (Rûdaw) – Mamosteyê Zanîngeha Rojavayê Beşîr Mele ragihand ku xwendina Kurdî berê xewnek bû, niha rastî ye û got, “Em dev ji 4 dersên bingehîn bernadin.”
Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojavayê Beşîr Mele bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Beşîr Mele qala rewşa zimanê Kurdî û perwerdeya li Rojavayê Kurdistanê kir.
Wî destnîşan kir ku xwendina bi zimanê Kurdî berê xewnek bû lê niha bûye rastî.
Mamosteyê Zanîngeha Rojavayê anî ziman ku ev 14 sal in li Rojavayê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî heye û bi sed hezaran xwendekar bi zimanê dayîkê perwerde dîtine û ev yek ji bo tevahiya Sûriyeyê jî serkeftinek e.
Beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojavayê
Li gorî gotinên Beşîr Mele, Beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojavayê sala 2016an hatiye vekirin û hîmê wê yê bingehîn e.
Wî da zanîn ku xwendina vê beşê niha 4 sal in û xwendekar dikarin master û doktorayê jî bixwînin.
Her wiha ji bo naskirina wêjeya klasîk, ji xeynî Kurmanciyê, zaravayên Soranî û Kirmanckî/Zazakî jî tên fêrkirin.
Beşîr Mele li ser wergerandina bernameya Sûriyeyê ya ji bo zimanê Kurdî, diyar kir ku ev yek ne pirsgirêk e.
Wî anî zimên ku "navendeke wan a amadekirina sîlaban heye" û ew dikarin bi hêsanî sîlaban wergerînin.
Mamosteyê Zanîngeha Rojavayê bal kişand ser hevdîtinên bi Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê re.
Wî eşkere kir ku ji bo dan û standinan komîteyeke ji 7 kesan pêk tê hatiye avakirin.
Beşîr Mele tekez kir ku ji bo parastina nasnameya zanîngehê, ew dest ji 4 dersên bingehîn bernadin.
Ew ders jî Wêjeya Kurdî, Dîroka Kurdî, Erdnîgarî û Jineolojî ne.
Wî got ku ev xal nayên guhertin û ew di vê mijarê de tawîzan nadin.