PDK: Parastina parlamentoyê parastina statuya Herêma Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 34emîn salvegera hilbijartinên yekemîn ên Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku parastina parlamentoyê parastina statuya Herêma Kurdistanê ye.

Fraksiyona PDKyê tekezî li ser aktîvkirina parlamentoyê kir û ev wekî "pêdiviyeke niştimanî û destûrî" bi nav kir.

Fraksiyona PDKyê ya li Parlamentoya Kurdistanê bi helkefta 34emîn salvegera hilbijartinên yekem ên Parlamentoya Kurdistanê (19ê Gulana 1992yan) daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev salvegera dîrokî yek ji "wêstgehên herî girîng ên damezirandina statuya siyasî, yasayî û saziyî ya Herêma Kurdistanê ye."

"Parastina parlamentoyê parastina statuyê ye"

Fraksiyona PDKyê da zanîn ku Parlamentoya Kurdistanê bingehek e ji bo ku îradeya welatiyan bibe çavkaniya desthilat û şerîetê.

Fraksiyonê wiha got, "Parastina parlamentoyê, parastina statuya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê yên li Îraqê ye.

Ev statu bi têkoşîneke dûr û dirêj û qurbaniyên bêhejmar pêk hatiye."

Banga aktîvkirina parlamentoyê

Fraksiyona PDKyê derbarê rewşa niha û paşeroja parlamentoyê de diyar kir:

"Fraksiyona me pêşvaziya her înîsyatîvê dike ku ji bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê tê kirin.

Divê ev saziya girîng karibe rola xwe ya asayî û yasayî bi cih bîne."

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê rewşê de aktîvkirina parlamentoyê "pêdiviyeke niştimanî, destûrî û saziyî ye."

Li gorî daxuyaniyê, ji ber ku herêm di rewşeke hestiyar re derbas dibe ji bo parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê pêdivî bi parlamentoyeke çalak heye.

Fraksiyona PDKyê di dawiya daxuyaniyê diyar kir ku ew "serê xwe li ber şehîdên Kurdistanê ditewanîn."

Fraksiyonê ducare kir ku parlamento wekî destkefteke destûrî divê her tim parastî û çalak be ji bo ku xizmeta welatiyan bike.