Hicrî: Îran dijminê hemû parçeyên Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) -  Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî got Komara Îslamî ya Îranê li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî mafên gelê Kurd e.


Îro li devera Cejnikan a Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê konê serxweşiyê ji bo 6 Pêşmergeyan hate danîn ku di şerê vê heftiyê yê li dijî hêzên Îranê de şehîd bûbûn.


Di axaftinekê de li rêwresma serxweşiyê Mistefa Hicrî da xuyakirin ku Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî gotiye rêçareya pirsa Kurd heye lê di 37 salên borî de Îranê nîşan daye ku ew li her cihê Kurdistanê dijî mafên Kurd e.


Mistefa Hicrî di rde got li hemû parçeyên Kurdistanê şer heye û di hemûyan de jî destê Îranê heye.


Hicrî herwiha Komara Îslamî bi destwerdana li karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê tometbar kir û got:


"Kurdistan Kurdistana me hemûyan e. Li kû devera wê serkeftin hebe, ya me hemûyan e, li kû devera wê derd û azar hebe ya hemûyan e."


Sekreterê PDKÎyê got roj roja Kurd e ku di asta cîhanê de her bihêztir dibe.


Me pişta xwe daye gel


Li ser iddîayên berpirsên Îranî ku destê Erebistana Siûdiyê û Amerîka li pişt çalakiyên vê dawiyê yên PDKÎyê ye, Hicrî ragihand ku ew pişta xwe tenê bi gelê Kurd girê didin û ji tu cihê dî ew piştevanî wernagirin.


Hicrî got bi van tomatan rejîma Îslamî hewl dide îrade û xebata gel û Pêşmerge piçûk bixe.


Parlamentarê parêzgeha Ormiyê Rûhulla Hezretpûr berpirsiyariya çalakiyên PDKÎyê li Rojhilatê Kurdistanê xistibû stûyê Erebistana Siûdî.


Di şerê li derdora bajarên Şino û Pîranşarê de herî kêm 20 pasevanên Komara Îslamî bi destê Pêşmerge hatibûne kuştin.