Kesê derbarê wî de bultena sor hatibû derxistin li Şirnexê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Kesekî ku derbarê wî de ji aliyê INTERPOLê bultena sor hatibû derxistin û biryara girtinê hatibû dayîn, li Şirnexê hat desteserkirin. Ew kes bi kuştina cerdevanekê li Cizîrê û şaredarê berê yê Pirsûsê û kurê wî tê tohmetbarkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Şirnexê, di encama xebat û lêgerîna Navenda Polîs a Bajêr û MITê de, hêzên polîs ên wî welatî şeva derbasûyî derdora demjimêr 23.35 li navçeya Silopî ya Şirnexê operasyonek pêk anîne û di encamê de kesê bi nav Sabrî Dal desteser kirine.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin derbarê Sabîr Dal de ji aliyê 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê, 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Silopiyê û 2emîn Dadgeha Cezxayê Giran a Rihayê ve li ser bûyerên cuda biryarên girtinê hatine dayîn û herwiha hatiye gotin ku ji aliyê INTERPOLê ve bultena sor derbarî wî de hatibû derxistin û biryara girtinê hatibû dayîn.

Herwiha li gor zanyariyan Sabrî Dal ku hatiye îdîakirin peywendiya wî li gel PKKê hebûye, ji ber bûyera kuştina cerdevanê bi navê Mehmet Saît Coşkun li Cizîrê di sala 2013an dihat tohmetbarkirin.

Herwiha Sabrî Dal bi kuştina şaredarê berê yê Pirsûsa Rihayê Salîh Tekînalp û kurê wî Saît Tekînalp di 19ê Cotmeha 2014an de ku rastî êrişeke çekdarî hatibûn, dihat tohmetbarkirin.