Fesla Yûsif: Qonaxa duyem a danûstandinan di demeke nêzîk de dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir û Sekreteya wê partiyiyê jî dibêje, “Di demek nêzîk de qonaxa duyem a danûstandinên ENKS-PYNK dê dest pê bikin.”

Fesla Yûsif, Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê di merasîma vekirina ofîsa partiya xwe de li Qamişlo gotarek pêşkêş kir û behsa danûstandinên aliyên Kurdî kir.

Li ser danûstandinên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd ragihand ku derbasbûna Pêşmergeyên Roj xala herî girîng a danûstandinan e û divê ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Fesla Yûsif ku di heman demê de endama Desteya Seroktiya ENKSê ye got, “Me karî bi îradeya xwe ya xurt, weke ENKS û PYNK bigihijin nêrîneke hevbeş di qonaxa yekemîn de. Qonaxa duyem jî dê di demek nêzîk de dest pê bike ku em bikarin li ser asta rêveberiyê, li ser asta leşkerî em bi hev re pirsgriêk û projeyên mayî guftugo bikin ku em bikarin netewî Kurdî damezrînin. ”

Herwiha Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê diyar kir, “Li ser bingeha Duhokê ev rêkeftin dê bê avakirin. Derbasbûna Pêşmergeyan xaleke gelek girîng e. Mafê wan e ku bên berevaniyê di ber miletê Kurd û Kurdistana Sûriyê de bikin. Bêyî vegera Pêşmergeyên Roj dê rêkeftineke giştî çê nebe.”