EFRÎN - Erebên hawirde ciwanekî Kurd kuşt: ‘Min navê Mistefa Barzanî lê kiribû’
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Hec Hesnayê yê nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê Erebên hawirde ciwanekî Kurd kuşt.
Mistefa Cemîl Şêxoyê 16 salî dema ku li nav zeviyên xwe nobedariya panelên enerjiya rojê dikir hat kuştin.
Mistefa Cemîl Şêxo piştî nîvê şeva çarşemê ji aliyê 2 çekdarên ku hatibûn diziyê ve hat kuştin.
Bavê Mistefa Cemîl Şêxo di vîdeoya ku ji Rûdawê re hatiye şandin de dibêje:
“Li çolê di nava milkê xwe de bû, 16 salî ye, navê wî Mistefa ye.
Min navê Mistefa Barzanî lê kiribû.”
Çavkaniyekî nêzîkî malbata Mistefa Cemîl Şêxo ji Rûdawê re ragihand, çekdarên ku êrişkirine nenas in lê yek ji wan di lingê xwe de birîndar bûye û motorsîkleta xwe li dû xwe hiştiye û reviyaye.
Heman çavkaniyê ku dîmen ji Nexweşxaneya Efrînê ji Rûdawê re şandine da zanîn ku îro saet 11:00an termê ciwanê Kurd ji nexweşxaneyê hat derxistin û li gundê wî bi axê hat spartin.