Li Mexmûrê dronek ket xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Dronek li gundekî nahiyeya Qeracê ya navçeya Mexmûrê ya parêzgeha Nînovayê ket xwarê.

Parêamenterê Nînovayê yê Parlamentoya Îraqê Şêrwan Doberdanî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Şêrwan Doberdanî got, "Îro dema cotkarek çûye ser zeviya xwe ya li gundê Azî Kendê yê nahiyeya Qeracê, ew dron dîtiye ku li nav zeviyê ketiye xwarê."

Li gorî gotina Şêrwan Doberdanî, dron ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye xwarê û nehatiye xistin.

Doberdanî her wiha got ku heta niha çavkaniya wê ne diyar e û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û bi lêkolînê re mijûl in.