Dêya Cemîl Bayik wefat kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rehan Bayika dayîka Cemîl Bayikê ku yek ji avakerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye wefat kir.

Rehan Bayika dêya Cemîl Bayik di 94 saliya xwe de li Xarpêta Bakurê Kurdistanê rehmet kir.

Cenazeyê Rehan Bayikê dê sibe piştî nimêja nîvro li gundê Çeqmaqê yê navçeya Kebanê ya Xarpêtê were veşartin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), şîna Rehan Bayikê dê li Mizgefta Veysel Karanî ya li Taxa Zanîngeha Xarpêtê bê danîn.