Barzanî roja hilbijartinên serokatî û parlamentoya Kurdistanê diyar kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî roja hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê diyar kir.
Çavkaniyekî ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê bi nivîsekî daxwaz ji komîsyonê kiriye, ku di roja 01-11-2017ê de hilbijartinên serokatiya herêmê û parlamentoya Kurdistanê birêve biçin.”
Herwiha kopîyeke vê nivîsa fermî ya Barzanî ya ji bo komîsyonê gihîştiye destê Rûdawê û tê de wiha hatiye:
Bi piştgirêdana bi yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya hejmar 1 a sala 2005ê ya sererastkirî, me biryar da:
“Diyarkirina roja 1-11-2017ê weke roja encamdana hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê.
Gişt aliyên pêwendîdar pabend dibin bi encamdana karên pêwîst, û hevkarî û hemahengiya li gel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê bo cîbicîkirina wê fermanê.”
Pêştir di civîna roja 7ê Hezîrana 2017ê ya Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel partî û aliyên siyasî yên Basûrê Kurdistanê de, tevî biryardana li ser referandumê û diyarkirina roja referandumê di 25ê Îlona îsal de, biryar li ser wê yekê jî hatibû dan, ku her du hilbijartinên serokatiya herêmê û parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de werin encamdan û daxwaz ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kudistanê hatibû kirin, ku rojekê bo birêvebirina wan hilbijartinan bike û amadekariyên pêwîstî jî bike.