DIYALOGA SÛRÎ-SÛRÎ: Çareserî sîstema nenavendî ye

19-07-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dîdara Diyaloga Sûrî-Sûrî Encumena Sûriya Demokratîk Hikûmeta Sûriyê
A+ A-

Tebqa (Rûdaw) - Îro duyem roja Foruma diyaloga "Sûrî - Sûrî" ye ku bi serpereştiya Encûmena Sûriya Demokrat li bajarokê Eyn Îsa li parêzgeha Reqa birêve diçe.

 

Biryar e têde şandek ji Encûmena Sûriya Demokrat pêk bê, ji bo ku dansutandinan li gel hikumetê bike. Bi gotina Cîgirê Serokê partiya El-Wehde, ew dîdara ku  li Eyn Îsa birêve diçe, dê nerîna aliyên cuda yên bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derbarê çawaniya çareserkirina kirîza Sûriyê de zelal bike.

 

Di 8emîn sala krîza Sûriyê de, ku ji Adara 2011an ve destpê kiriye, û gelek kuştin, wêranî, talanî, koçberbûn, girtin, kêşe û alozî ligel xwe anîne, careke din behsa diyaloga navxweyî ya “Sûrî-Sûrî” tê kirin.

 

Ji bo encamdana diyalogeke wiha, hewl û tevger hatine kirin. Gelek astengî û zehmetî jî bûne rêgir li ber serkeftina wan hewl û bizavan, lê hêj gav di vî warî de têne avêtin û berdewam in.

 

Dîdara Diyaloga Sûrî-Sûrî, ku li bajarê Eyn Îsa yê ser bi Reqayê, li jêr diruşma “Hevdîtin û Avakirinê” 18ê Tîrmeha 2018an hate lidarxistin, gelek mijar di karnameya vê dîdarê de hatin gotûbêjkirin.

 

Di çarçoveya dîdarê de, hate gotin ku "Rejîma Sûrî", weke ku hatiye binavkirin, sedema krîza vî welatî ye, lê çareya serke ji bo derketina ji vê krîzê, sîstema nenavendî ye, êdî pêwîstî bi danasîn û naskirina koka dîrokî ya vê krîzê heye, ku gotarên beşdarbûyan hevnerîn bûn, li ser wê yekê, ku siyaseta "Rejîmê" tekrewî û monopolî bû, di encamê de jî, Sûriye kete vê krîzê.

 

Bi gotina serkirdeyê Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Mistefa Meşayix, ew ji bo diyaloga ligel "Rejîmê" ti şert û mercan danaynin, lê her tişt dê li ser maseya diyalogê bê gotûbêjkirin.

 

Beşdarbûyan tekezî li ser dewlemendiya Sûriyeya yekbûyî û pirengî û hemerengiya pêkhate û çandan vî welatî kiriye, ku li jêr desthilata navendî, yekrengî û tekerewiyê de, guşareke xurt dirust bû, êdî krîza vî welatî, ji encama wê rewşê bû.

 

Alî û kesayetiyên beşdar, di mijara rûbirûbûn û berengarbûna tundrewî û terorê de,  herwiha di dûrxistina ajanda û destêwerdanên derve de, hevnerîn û hevhelwest bûn.

 

Li gorî zanyariyên ku ji nav dîdarê hatine ragihandin, di dema kêmtir ji 6 mehan de, dê dîdareke din, bi vî awayî, bê lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst