Li Amedê dest bi ser 143 sîkeyên serdema Romayê de hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê di operasyoneke hêzên emnî de dest bi ser 143 sîkeyên serdema Romayê de hat girtin û 4 kes jî hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan tîmên ser bi Fermandariya Cendirme a Amedê ve li ser agahiya ku hinek kesên niştecihên navçeya Bismilê hewl didin berhemên dîrokî yên di destê xwe de bifiroşin.
Li ser vê zanyariyê, tîmên ser bi wê fermandariyê ve li gundê Kerxakîkan ê ser bi Bismilê ve operasyon dan destpêkirin û 4 kes desteserkirin ku hewl didan wan berhemên dîrokî bifiroşin.
Di encama lêgerînên hêzên emnî de li mal û seyareyên wan 4 kesan, 143 sîkeyên serdema Romayê hatin bidestxistin.
Ew berhemên dîrokî radestî Rêveberiya Muzexaneyê hatin kirin û kesên ku hewl didan wan sîkeyan bi 85 hezar lîreyên Tirkî (derdora 10 hezar dolar) bifiroşin jî hatin desteserkirin.