Li Amedê agir bi otobûsa rêwiyan ket û bi tevahî şewitî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve dema diçû agir bi otobûseke rêwiyan ket û bi tevahî şewitî.

Bûyer îro Çarşembê 19ê Temûza 2023an li ser rêya Amed-Farqînê nêzîkê gundê Kortê çêbû.

Otobûsa rêwiyan a ku geşta Mersîn-Wanê dikir, li ser rêya Amed-Farqînê ji ber sedemeke nediyar agir pê ket. Şofêr dema hest bi agir kir, otobûs rawestand, 28 rêwî ji nav otobûsê hatin derxistin û aliyên peywendîdar hatin agahdarkirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên Berevaniya Şaristanî bo cihê bûyerê hatin şandin û bi alîkariya welatiyên li derdorê agir hat vemirandin. Lê otobûs bi tevahî şewitî û ji cihê bûyerê hat veguhestin. Rêwî jî bi otobûseke din li ser rêya xwe berdewam bûn.

Yek ji welatiyên gundê Kortê bi navê Osman Tapanci derbarê bûyerê de got: “Me dengek bihîst û dema em hatin ser rê me dît ku otobûs dişewite, ligel tîmên Berevaniya Şaristanî me midaxeleya agir kir. Baş bû ji ber rêwî bilez ji nav otobûsê hatin derxistin canjidestdan û birîndarbûn nebû.”