DEM Partiyê bertek da biryara bernedana Demîrtaş

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê bertek nîşanî bernedana Selahattîn Demîrtaş da û got, "Dadgeh bi awayekî eşkere sûc dike û hiqûqa navneteweyî û xala 90emîn a Destûra Bingehîn binpê dike."

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 8ê Tîrmeha 2025an cara sêyemîn biryara "binpêkirina mafan" ji bo Selahattîn Demîrtaş da.

Dadgeha 22yemîn a Cezayên Giran a Enqereyê serlêdana ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş red kir.

DEM Partiyê li ser biryarê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Dadgeha ku serlêdana ji bo berdana girtiyên Doza Kumpasê ya Kobaniyê, di serî de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş red kir, tevî biryara sêyemîn a DMMEyê, bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û xala 90emîn a Destûra Bingehîn bi awayekî eşkere sûc dike.

Berdana hevrêyên me yên ku ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de tên girtin, ne tenê pêwîstiyeke hiqûq û edaletê ye, di heman demê de pêwîstiyeke Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê ye jî."