Li Silêmaniyê êrişa bi dronê: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pênciwênê ya parêzgeha Silêmaniyê bi dronekê êrişî motorsîkletekê hat kirin û di encamê de kesek hat kuştin.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand ku li navçeya Pênciwênê ya parêzgeha Silêmaniyê bi dronekê êrişî 2 kesan hatiye kirin.

Êriş li gundê Şêwegiwêzanê yê nahiyeya Germikê ya navçeya Pênciwênê hat kirin.

Heman çavkaniyê got, “Li gorî agahiyên destpêkê, du kesên li ser motorsîkletekê bûne hedef.

Yek ji wan hatiye kuştin û yê din jî birîndar e.”

Her wiha da zanîn ku, “Ne diyar e ka qurbanî sivîl in an na lê cilên wan ên sivîlan bûne.”