Swêd: Em ji êrişên li bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê dilgiran in
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Swêdê ji Rûdawê re ragihand ku ew ji ber êrişên li parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê dilgiran in.
Swêd her wiha daxwaza rawestandina tundûtûjiyan li parêzgeha Swêdayê ya Sûriyeyê dike û pebendbûna xwe ya bi parastina mafên Kurdan li wî welatî ducare dike.
Wezareta Karên Derve ya Swêdê bersiva e-maileke Niyaz Mistefayê edîtorê Rûdawê da û got:
“Swêd bi dilgiranî li wan raporên ku behsa êrişên li bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê dikin, dinêre.
Swêd bi rêya kanalên dîplomatîk û bi hevahengiyeke nêzîk a bi Yekîtiya Ewropayê re ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dike.”
Ji êvara duşema vê hefteyê ve êriş li 5 bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatin kirin ku ew jî bîrên Xurmelê, Tawke, Sersingê, Baedrê û Pêşabûrê bûn.
Li gorî Alîkarê Birêveberê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed, ji ber êrişên dronan, Herêma Kurdistanê nêzîkî 200 hezar bermîlên hilberîna petrolê ji dest daye.
Wezareta Karên Derve ya Swêdê derbarê pirsgirêka meaşên karmendên Herêma Kurdistanê jî kir û got:
“Em piştgiriyê didin diyalogeke berdewam a di navbera her du aliyan de ji bo gihîştina çareseriyeke mayînde û dadperwer di çarçoveya destûra Îraqê de.”
"Pêwîst e mafên Kurdan li Sûriyeyê bêne parastin"
Wezareta Karên Derve ya Swêdê diyar kir ku ew ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên li Sûriyeyê dikin û got:
"Pêwîst e tundûtûjî li Siwêdayê raweste û xelkê sivîl bê parastin.
Desthilatdarên veguhêz ji kêmkirina aloziyan, vegerandina aramiyê û misogerkirina lêpirsînê ji bo hemû tawanan berpirsyar in.
Ev peyameke ku Swêd û Yekîtiya Ewropayê bi zelalî gihandiye Şamê, bi taybetî derbarê civakên Kurd de."
Wezareta Derve ya Swêdê her wiha got, "Ev pêşhat careke din girîngiya pêvajoyeke siyasî ya bihêz û berfireh derdixin holê û tekez dikin ku divê bêyî cudakarî rêz li mafên hemû Sûriyeyiyan were girtin.
Her wiha divê cîranên Sûriyeyê jî rêzê li yekparçeyiya axa wê bigirin."
Roja 13ê vê mehê, tundûtûjî di navbera çekdarên Durziyan û eşîrên Bedewî yên li Siwêdayê de dest pê kir.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê, heta niha herî kêm 950 kes hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.
Piştî destpêkirina şer, Îsraîlê hejmarek sazî û hêzên nêzîkî Hikûmeta Sûriyeyê li Şam û Siwêdayê bombebaran kir ku ev yek wekî piştgiriyeke Tel Evîvê ji bo Durziyan hat dîtin.