Çekyayê propagandaya komunîzmê qedexe kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Çekyayê Petr Pavel guhertina qanûna ceza ya ku propagandaya ji bo belavkirina îdeolojiya komunîzmê bi propagandaya Naziyan re wekhev dibîne, îmze kir.
Li gorî nûçeya Radio Prague Internationalê, sererastkirina qanûna ceza ya têkildar ji aliyê Serokkomar Pavel ve hat îmzekirin.
Di çarçoveya yasaya sererastkirî de, kesên ku tevgerên Nazî, komunîzm û tevgerên din ên ku armanca wan tepeserkirina maf û azadiyên mirovan an jî teşwîqkirina nefreta etnîkî, neteweyî, olî an jî çînî ye, ava dikin, piştgirî dikin an jî teşwîq dikin, dê heta 5 salan cezayê girtîgehê li wan were birîn.
Qanûnê berê qedexekirina propagandaya Naziyan dihewand lê bi sererastkirina ku di qanûnê de hat kirin, propagandaya ji bo belavkirina komunîzmê bi propagandaya Naziyan re wekhev tê dîtin.