Kampa Newroz ket bin serpiriştiya UNICEFê
Rûdaw (Hewlêr)- Kampa Newroz a koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê, wê ji niha û pêve bikeve bin serpereştiya rêxistin UNICEFê.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku îro, 19ê tebaxê, wê Kampa Newrozê bi awayekî fermî ji bin serpereştiya rêveberiya kantona Cizîrê derkeve û têkeve bin serperştiya UNICEFê.
Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, nêzîkî 10 hezar koçberên ku ji Şingalê reviyane, li Kampa Newrozê dimînin.
Kampa Newroz îsal hatiye avakirin û li bakurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve.
Rêveberiya kantona Cizîrê dibêje, ew kamp ji aliyê wê ve hatiye avakirin û vekirin, lê belê wezîrê ragihandina Sûriyê Umran Zuhbî ji Rûdawê re got ku hikûmeta Sûriyê ew kamp ji bo koçberên Şingalê vekiriye.