Xalid Şiwanî ji hewlek kuştinê rizgar bû

19-08-2014
RÛDAW
Nîşan Xalid Şiwanî Kerkûk Dubiz
A+ A-

 

Rûdaw (Hewlêr)- Serpiriştiyarê Hêzên Pêşmerge li eniya Dubiz, Xalid Şiwanî ji hewlek kuştinê rizgar bû.

Derbarê bûyerê de, Xalid Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Îro, 19ê tebaxê, serê sibehê, em ji Dubiz ber bi Kerkûkê ve vedigeriyan, dem em ji gundê Baciwan ku gundek erebnişîne derketin, 3 bombeyên vedayî bi karwanên otombîlên me de teqiyan.”

Şiwanî da zanîn jî ku otombîlên wan gullenebir bûn, lewma ti ziyanê mirovî ji encama teqîna wan bombeyan neketin.

Navbroî diyar kir ku, hin ziyan gihiştine otombîlên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst