Amed (Rûdaw)- Li Liceya navçeya Amedê, ji aliyê leşkerên tirk ve, peykerê Mahsum Korkmazê fermandarê PKKê hat hilweşandin. Piştî bûyerê pevçûn derket, di encamê da kesekî jiyana xwe ji dest da 4 kes jî birîndar bûn.
Leşkeran vê sibê saet 6an ji bo rakirina peykerê fermandarê PKKê Mahsum Korkmaz dest bi operasyonê kir. Gelê li qadê bûyî kom jî li dijî vê derket.
Di encam bûyeran de kesê ku bi navê Mehdî Taşkin (24) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Kesê ku bi navê Savaş Topkaya jî bi guleyan birîndar bû.
Li gundê Sisê ya navçeya Liceyê, par ji bo gerîlayên PKKê yên di şerî de jiyana xwe ji dest dayîn “Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” hatibû avakirin.
Di 30mîn salvegere detspêkirina PKKê ya şerî de li gundê Sisê ya Liceyê peykerê Mahsum Kormaz hatibû çikilandin.
Mahsum Korkmaz weke fermandarê serdegirtina 15ê Tebaxê ya 1984an de li Dihê û Şemzînanê tê zanîn.
Dozgeriya Amedê ya Komarê jî piştî çikilandina peykerî, bi hêceta “propagandaya terorê” lêpirînek dabû destpêkirin.
Di encam lêpirsînê de Dadgeha Liceyê bi hêceta “alava sucê” biryara destdayîna peykerî dabû.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse