Huda-Par: Ragihandina xweseriyê ji aliyê PKKê ve, bê wate ye
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Doza Azad (Huda-Par) bang li PKKê kir, yan çek dayne yan jî hêzên xwe derxîne derveyî snîor. Huda-Parê çalakiyên “xweseriyê” yên PKKê jî “vala û bê wate” zanî.
Piştî têkçûna agirbestê, şer li Tirkiyê dîsa dest pê kir. Ev çend roj in PKKê dest bi çalakiyên “ragihandina xweseriyê” li hinek deverên Bakurê Kurdistanê kiriye.
Huda-Par, ku partiyeke îslamî-kurdî ya Bakurê Kurdistanê ye, di daxuyaniyeke nivîkî de ragihand, di heyama “pêvajoya çareseriyê” de gellek sivîl bi destê PKK û dewletê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Her gava ku her du aliyan berê tifingan dane hev wê demê pêvajo jî nemaye û dîsa şer dest pê kiriye. Lê heta niha tenê gel ji şerê dewlet û rêxistinê ziyanê dibîne û aramiya gel nemaye.”
Huda-Parê her wiha ragihandiye ku dewlet û PKK naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin çimkî armanca dewletê, bêçekkirina PKKê ye û armanca PKKê jî ew e ku li wan deverên ku hêzên wê hene, serdestiya xwe çêbike. Lê ragihandina “xweseriyê” bê wate û vala ye û ti destkefta wî karî tine.
Li gorî wê partiya kurdî, HDP di bin siya çek û Qendîlê de kar dike û ew gelê ku baweriya xwe bi HDPê jî aniye, ji aştiyê bê hêvî bûye.
Huda-Parê diyar kiriye ku heta sîstema kemalîst neyê guhertin pirsgirêka kurd jî nayê çareserkirin û wiha ragihandiye:
“Divê dewlet, tevahiya mafên mirovî û îslamî yên kurdan, bê şert û merc, bide. Divê rêxistina çekdar jî ji tirsandin û guvişandina gel dest bikşîne. Divê yan çekên xwe deyne yan jî hêzên xwe bikşîne derveyî sînor.”