Komeleya Zehmetkêşan cardin dest bi têkoşîna çekdarî kir

Hacî Omeran (Rûdaw) – Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li serê çiyayên Rojhilatê Kurdistanê cardin dest bi têkoşîna çekdarî kir.

 

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê partiya çaremîn a Rojhilatê Kurdistanê ye ku piştî 26 salan cardin pêşmergeyên xwe li sînorên Rojhilat bi cih kir.

 

Piştî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK ango HDK) û Komeleya Şoreşger, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê bû çaremîn partiya Rojhilatê Kurdistanê ku hêzên xwe yên pêşmerge li deverên sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi cih dike.

 

Fermandeyekî wê partiyê Aram Muderisî diyar kir, mebesta wan ew e ku hêzên pêşmerge ji bo her îhtîmalê amade bikin û ji bo rahênana pêşmergeyan, ji herêmê sûd werdigrin.

 

Aram Muderisî herwiha aşkere kir: “Armanca me ya sereke pêwendîgirtin e li gel rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê.” û got: “Em li vir nêzîkî gelê xwe ne û gelek karên ku em niha hewl didin, dikarin li vir bi dest bixin, ne ku li bajaran.”

 

Pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan a bi navê Zeynebî Hîsabî destnîşan kir: “Pêşmerge ango çiya. Li vir me hêzeke zêdetir bi dest xistiye û dilxweştirîn dem ew e ku em nêzîkî xelkê xwe ne, her dem agahî û lidûvçûnên me dibin armancên me yên sereke.”

 

Komele di sala 1979an de têkoşîna xwe ya aşkere ragihand. Di sala 2007an de ji Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê cuda bû.