Siyasetmedarê Kurd deriyê mala xwe ji penaberên Efxan re vedike

19-08-2021
RÛDAW
Nîşan Mahmut Alinak Efxanistan Penaberên Efxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmut Alinak ku mala wî li Qersa Bakurê Kurdistanê ye, ragihand ku divê her kes pêşwaziyê li penaberên Efxan bike û got: “Dil û deriya mala min ji penaberên Efxan re vekiriye. Ez dê şeş penaberan li mala xwe bihewînim.”

Parlamenterê berê yê Partiya Ked a Gelan (HEP) Mahmut Alinak li ser hesabê xwe yê twitterê ji bo hevkarî û vehewîndina penaberên Efxan, bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê kir.

Mahmut Alinak diyar kir ku deriyê wî ji penaberên Efxan re vekiriye û dibêje: “Ez dê şeş penaberên Efxan li mala xwe bihewînim. Her penaberekî ku ji zilmê reviyaye birayê me ye. Di sala 1989an de, sed hezar Kurdên Başûr ên ku ji komkujiya Sedam reviyabûn xwe spartibûn Bakur. Kurdên Bakur ew sed hezar kes li malên xwe bi hevgirtineke hêsirbar kirin mêvan. Duh Kurd ji komkujiyê reviyan, îro Efxan direvin. Roj roja yekîtî û hevgirtina bindestan e. Çawa ku me duh dilê xwe ji Kurdên Başûr re vekir, divê em îro jî dilê xwe ji Efxaniyan re vekin.”

Alinak amaje bi wê yekê dike ku xwedîlêderketina penaberan erkeke mirovahî ye û dibêje: “Divê em birayên xwe yên Efxan biparêzin û bi seferberiyekê ku cîhan mat bimîne  wan li malên xwe bikin mêvan. Rêya bextewariyê di parvekirinê de ye.”

Siyasetmedarê Kurd herî dawî rewşa rêberê Kurd Qazî Mihemed û Serokê Berê yê Efxanistê Eşref Xenî dide berhev û dibêje: “Serokê Efxanistanê Eşref Xenî reviya. Lê Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed çi kir? Qazî Mihemed dema ku hêzên Îranê êrîşî welatê wî kirin, wî ji pêşniyarên ji bo revê red kir û got; ‘Ez dizanim ew dê min bikujin. Lê min soz da gelê xwe, ez wan bi tenê nahêlim’ û ew tevî hevalên xwe hatin darvekirin.

Qazî Mihemed Roja azadiyê ye. Qehremaniya ku wî li dadgehê û di bin darbesta ku dê lê were darvekirin nîşan da, ji bo mirovahiya bindest a cîhanê mîrasek bêhempa ye. Ez li ber Qazî Mihemed bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst