Agirê daristanên Şemzînanê bi temamî nehatiye kontrolkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Zêdeyî du rojan dibe daristanên sînorê bajarokê Şemzînanê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê dişewitin û heta niha agir nehatiye kontrolkirin. Rêxistinên sivîl ên Colemêrgê bang li karbidestên hikûmetê dikin ku bo kontrolkirina agir bi berpirsyariya xwe rabin.
Agirê ku li daristanên çiyayê Gomanê ku dikeve herêma gundê Nêrkolayê yê bi ser navçeya Şemzînanê ve hatibû kontrolkirin, dîsa dest pê kir.
Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirov, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşewerên Colemêrgê, Encûmena Yekîtiya Endazyar û Mîmarên Tirkiyê, Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Sektora Giştî, Komeleya Yasanasên Azadîxwaz û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşgêr bi rêya belavkirina daxuyaniyeke hevbeş daxwaz ji hikûmet û berpirsên îdareyên navçeyê kirin ku bo vemirandina agir bên ser xetê.
Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşewerên Colemêrgê Muharrem Tekin ji Rûdawê re qadake mezin a deverê şewitî ye, piraniya agir hate kontrolkirin, lê ji ber bayê car carna agir gur dibe.
Muharrem Tekin ku da zanîn berî amadekirina vê nûçeyê nîv seat pêştir li cihê şewatê bû, got: “Ji şevê din ve li devera gundê Nêrkolayê qadeke mezin li pişta Çiyayê Gomanê bi temamî şewitiye. Her çend piraniya agir hatibe kontrolkirin jî, lê car carna ji ber bayê agir derdikeve. Herwiha tîmên peywendîdar jî li cihê şewatê di amadebaşiyê de ne û dema agir derdikeve yekser midexale dikin.”
Bi gotina Muharrem Tekin herêma ku agirt lê derketiye herêmeke asê ye, lewma vemirandina agir zehmet dibe.
Şeva Sêşembê 17ê Tebaxa 2021ê agir bi daristanên Çiyayê Gomanê ket ku dikeve sînorê gundê Nêrkolaya ser bi bajarokê Şemzînanê. Agir her diçe berfireh dibe û nêzîkê cihê niştecihbûna xelkê sivîl dibe.