Nasnameya gerîlayekî hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) gerîlayê bi navê Argeş Serhed (Karahan Lokman Uygun) 10ê Tebaxê li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê Argeş Serhed sala 2019an di êrişeke artêşa Tirkiyeyê ya li herêma Metînayê bi giranî birîndar bûbû û ji bo dermankirinê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû.

HPGyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Argeş Serhed "kedkarekî qedîm" ê navenda wan bûye û wekî "nûçegihanê şer" li eniyên pêş bi pênûs û kameraya xwe têkoşiyaye da ku rastiya şerê li Kurdistanê ji raya giştî re ragihîne.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata wî û gelê Kurd re hat xwestin û spasiya xelkê Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin ku di dema dermankirina Argeş Serhed de bi salan ked daye.

HPGyê her wiha got: "Em soz didin ku pênûs û kameraya hevrêyê xwe Argeş li erdê nehêlin û dê dengê wî hîn bi xurtî bilind bikin."

Navê fermî yê Argeş Serhed, Karahan Lokman Uygun e û ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye.