Xewna Ewropayê bû kabûs: 39 Kurd hatin dersînorkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Xewna 39 koçberên Kurd a gihiştina Ewropayê nîvco ma, piştî ku Yunanistanê ew li deryayê desteserkirin û dersînorî Tirkiyeyê kirin.
Piraniya koçberan ku di nav wan de jin û zarok jî hene, xelkê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne.
"Polîs piştî çar saetan hat hawara wan"
Çalakvanê koçberan Renc Peşderî ragihand ku qeyiqa koçberan doh ji aliyê polîsên deryayî yên Yunanistanê ve dema ku ber bi Îtalyayê ve diçû hatibû rawestandin.
Peşderî ku bi koçberan re axiviye got, "Yunanistanê ew şandin Tirkiyeyê. Koçberan bi xwe telefonî polîsên Tirkiyeyê kir û piştî 4 saetan polîs hatin hawara wan û ew birin."
Li gorî dîmenên ku koçberan tomar kirine, di nav qeyikê de hejmareke zêde ya jin û zarokan hebûye.
Çarenivîsa 120 koçberên din ne diyar e
Di heman demê de, fikar li ser çarenivîsa du qeyikên din hene ku ji Libyayê ber bi Îtalyayê ve bi rê ketine û tê gotin ku 120 rêwiyên wan her du qeyikan jî Kurd in.
Renc Peşderî da zanîn ku malbatên koçberan ji ber ku nikarin bi wan re pêwendiyê deynin bi fikar in.
Çalakvanê mafên koçberan got, "Ew doh bi rê ketine û hîn herî kêm du roj hewce ne da ku bigihêjin cihê mebesta xwe lewma hîn zû ye ku em behsa windabûnê bikin."
Rêya mirinê ya ber bi Ewropayê
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) îsal heta 12ê Tebaxê nêzîkî 86 hezar koçber gihiştine Ewropayê.
Di heman demê de zêdetirî hezar û 200 kes di vê rêya bi xeter de bêserûşûn bûne yan jî wan jiyana xwe ji dest daye.