Gola Urmiyeyê nêzîkî karesateke mezin e: Dibe ku nemîne
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê berê yê tîma vejandina Gola Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê Îsa Kelenterî, rewşa niha ya golê wekî “di asta felaketê de” bi nav kir û rexne li polîtîkayên rayedaran girtin.
Îsa Kelenterî diyar kir ku rayedarên ji vejandina golê berpirsyar ne xwedî kapasîteyeke têr in.
Îsa Kelenterî ji medyaya Îranê re axivî û da zanîn ku li golê nêzîkî 100 milyon metre sêgoşe av maye û rûberê golê 200 kîlometre çargoşe biçûk bûye.
Asta avê ya golê daketiye bin nîv metreyî û hema bêje gol bi temamî zuha bûye.
Îsa Kelenterî anî ziman:
“Berpirsyarî ji kesên neşareza re hatiye hiştin.
Eger polîtîkaya heyî berdewam bike, dibe ku Gola Urmiyeyê di nava salekê an du salên bê de bi temamî winda bibe.”
Kelenterî di navbera salên 2017-2021an de di kabîneya duyem a Serokkomarê berê Hesen Ruhanî de wekî Alîkarê Serokkomar û Serokê Saziya Parastina Jîngehê ya Îranê xebitîbû.
Her wiha di navbera salên 1988-2001ê de zêdetirî 12 salan Wezareta Çandiniyê ya Îranê bi rê ve biribû.
Gola Urmiyeyê di demên ku asta wê bilind bû de xwedî rûbereke 6 hezar kîlometre çargoşe bû lê belê niha di bin metirsiya zuhabûnê de ye.