Di dema bangaşeya giştpirsiyê de gule teqiyan, kuştî û birîndar hene
Kerkûk (Rûdaw) – Li pêşiya baregaha sereke ya Tevgera Neteweyî ya Tirkmenî li Kerkûkê, pasewanên baregahê teqe li girseya kesên bangaşekarê giştpirsiyê kirin. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Kerkûkê di dema bangaşeya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de alozî derket û pasewanên baregaha partiyekî gule berda ser kesên bangaşe dikirin.
Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed ji Kerkûkê ragihand, ku demjimêr 10:30ê şeva Duşemê (18-09-2017), pasewanên baregaha sereke ya Tevgera Neteweyî ya Tirkmenî teqe gule berdane ser kesên propagandaya giştpirsiyê dikirin. Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.”
Li gorî gotina peyamnêrê me, navê kesê canê xwe ji dest daye Raid Ebdulqadir e û navê birîndaran jî Salar Sebah, Esîr Mihemed, Nesîr Mehmûd, Saman Hebîb û Tîşk Hebîb e.
Peyamnêrê me da zanîn, ku ji derve ti gule an jî êrîşek li dijî vê baregahê nehatiye kirin, herwiha hêzên ewlekariyê jî kesên ku teqe kirine, girtine.
Herwiha hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê qedexeya hatin çûnê danîn.