Civata Kerkûkê biryara parlamentoya Iraqê red kir
Kerkûk (Rûdaw) – Civata Parêzgeha Kerkûkê biryara parlamento û hikûmeta Iraqê ya derbarê dûrxistina Parêzgarê Kekrûkê Necmedîn Kerîm de red kir.
Îro Sêşem 19-09-2017, Civata Parêzgeha Kerkûkê biryara hikûmet û parlamentoya Iraqê ya derbarê dûrxistina Parêzgar Necmedîn Kerîm de gotûbêj kir.
Di civînê de bi piraniya dengan biryara hikûmet û parlamentoya Iraqê hate redkirin.
Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî di civîneke çapemeniyê de got: “Biryara parlamentoya Iraqê ya derbarê dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê de ne yasayî ye. Ev biryarekî siyasî ye û me jî bi piraniya dengan ev biryar qebûl nekir.”
Talebanî destnîşan kir, ku dûrxistin û ji kargirtina parêzgar di destê civata parêzgehê de ye.
Roja 14-09-2017, Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 173 parlamenteran mijara dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm xiste denganê.
Parlamenterên kurd rûniştin boykot kirin û li hember vê rojevê derketin lê parlamentoyê bi piraniya dengan biryar da Necmedîn Kerîm ji kar were dûrxistin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî biryara parlamentoyê pesend kir.