Fazil Mîranî: Berhem Salih ne berbijêrê PDKê ye

19-09-2018
RÛDAW
Nîşan PDK Berhem Salih Serokomar Iraq Fazil Mîranî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî got, Berhem Salih ne berbijêrê wan ê serokomariya Iraqê ye û da zanînü, ku ji bo vê postê berbijêrê wan jî heye.

 

Di yekemîn karvedana PDKê ya li hember berbijêrkirina Berhem Salih ji bo serokomariya Iraqê ji aliyê YNKê ve, Fazil Mîranî ji Rûdawê re ragihand: “Beriya ku YNK ji me re bêje me dizanî dê Berhem Salih bikin berbijêr.”

 

Fazil Mîranî red kir, ku Berhem Salih dê bibe namzedê partiya wan jî û got: “Ez niha nizanim ka dê kî bibe berbijêrê PDKê lê misoger divê berbijêrê me jî hebe.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku Encûmena Serkirdetiya YNKê îro nameya Berhem Salih a ji bo vegera nav YNKê pesend kir û ew wek berbijêrê serokomariya Iraqê destnîşan kir.

 

Herwiha Hevpeymanî bo Demokrasî Dadperwerî ragihand, ku serokê tevgerê Berhem Salih bi awayeke fermî dest ji karkişandina xwe pêşkeş kiriye û wan jî ev yek qebûl kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst