Wezîrê perwerdeyê yê Tirkiyê serdana Ruhayê kir

19-09-2018
RÛDAW
Nîşan Ruha Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Ziya Selçuk
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ziya Selçuk bo beşdarkirina di merasîma vekerina çend dibistanan de, îro serdana parêzgeha Ruha yê Bakurê Kurdistanê kir.

 

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nezîkî 18 milyon xwendekaran dest bi perwerdehiya sala nû kirin. Ligel destpêbûna sala nû ya xwandinê lê hêj li çend bajar, navçe û gundên Bakurê Kurdistanê kêmasiya avahiyên perwedeyê heye.


Parêzgeha Ruhayê yek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye, ku li ser asta Tirkiyê yek ji wan parêzgehan e ku zêdetirîn hejmara xwendekaran hene, lê hejmara dibistanên wê parêzgehkê kêm in û têrê pêdawîstiyên warê perwerdehiyê ya parêzgehê nake.


Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ziya Selçuk îro Çarşembiyê (19.09.2018) serdana parêzgeha Ruhayê kir. 


Li Balafirxaneya Ruhayê parêzgar Abdullah Erin, Serokê Şaredariya Ruhayê Nihat Çiftçî, parlamenterên AK Partiyê yên Ruhayê Ali Cevherî, Halil Ozşavlî, Gulender Açanal û Ahmet Akay pêşwaziya Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ziya Selçuk kirin.


Ziya Selçuk li Ruhayê serdana Dibistanên Zeytin Dali Kampûsê kir û da zanîn, ku bi helkevta destpêbûna sala nû ya xwandinê, wî serdana xwe ya yekem bo Rihayê kir.


Ziya Selçuk wiha got: “Ciheke taybet ê Rihayê li cem min heye. Ev bajêr tenê yê me nîne, di heman demê de bajareke cîhanî ye. Em dixwazin ev der pêş bikeve û rewşa welatiyên me yên li vir baş bibe. Ez dixwazim Kazancî Bedîhiyên nû derbikevin holê. Ti girîngiya van avahiyan nîne, ew têne avakirin. Tişta girîng ew e ku em microvan baş perwerde bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst