Li Dîlokê pevçûna bi çekan: 2 jê ciwan 3 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tilbişarê ya Dîlokê di pevçûna bi çekan a di navbera malbatên ku xizmên hev in de 3 kes hatin kuştin.

Li taxa Tinazdereyê ya navçeya Tilbişarê ya Dîlokê di navbera malbatên ku xizmên hev in û ji berê ve di navbera wan de neyarî hebûye ji ber nelihevkirina li ser erd û zeviyan pevçûn derket.

Piştî ku pevçûn mezin bû, ji aliyê kes an kesên ku nasnameya wan nehatiye zanîn ve bi çekan gule hatin reşandin.

Di bûyerê de, Dogan Karakurtê 41 salî, Vahap Alparslanê 21 salî û Hakan Alparslanê 21 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên cendirme û tenduristiyê çûn herêmê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Dogan Karakurt û Vahap Alparslan li cihê bûyerê mirine.

Hakan Alparslanê birîndar ku tîmên tenduristiyê ew biribû Nexweşxaneya Dewletê ya Oguzeliyê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin.

Tîmên cendirmeyan piştî bûyerê ji bo girtina kesên ku tevlî pevçûnê bûne dest bi xebatê kir.