Li Amedê serwîsa xwendekaran qeza kir: 9 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya xwendekarekî giran e.
Li gorî agahiyên, servîsa xwendekaran a ku Ramazan Taşlitepe dijaot û otomobîla ku ji hember dihat li hev qelibîn.
Di encama qezayê de şofêrê servîsê û 8 xwendekar birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar piştî mudaxeleya destpêkê veguhastin nexweşxaneyên derdorê.
Li gorî agahiyên berdest rewşa xwendekarekî dijwar e.
Derbarê qezayê dest bi lêpirsînê hat kirin.