Li Qoserê qeza, 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 3 otomobîlan li hev xist û 9 kes birîndar bûn ku 5 ji wan zarok in.

Qeza li ser rêya Mêrdîn-Rihayê çêbû.

Mînîbuseke bi plakaya 61 KJ 118, otomobîleke tîcarî ya sivik a bi plakaya 47 KK 171 û otomobîleke din a bi plakaya 01 DDF 75 li bin guhê hev xist.

Di qezayê de Şeyhmus E yê 61 salî, Şukran E.ya 56 salî, Fatma K.ya 55 salî, Dîlan K.ya 23 salî, Janda T.ya 14 salî, Amîna K.ya 13 salî, Zeynep K.ya 12 salî, Becan T.yê 10 salî û Ferat E.yê 4 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar piştî midaxeleya destpêkê ya li cihê bûyerê, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên navçeyê.