Geştyarekî Fransayî li Çiyayê Nemrûdê mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, geştyarekî Fransayî yê ku ji bo temaşekirina rojavabûnê derketibû Çiyayê Nemrûdê, ji ber krîza dil mir.

Doh komeke geştyar ku di nav wan de welatiyê Fransayê Jean-Louis Duverneul ê 76 salî jî hebû, bi armanca temaşekirina rojavabûnê derketin Çiyayê Nemrûdê.

Lê belê, krîza dil Jean-Louis Duverneul da.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tevî hemû midexaleyan Duverneul mir.

Tîmên tenduristiyê termê welatiyê Fransayê veguhast morga nexweşxaneyê.