Şahzadeya Japonyayê Akiko Mikasa li Rihayê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şahzadeya Japonyayê Akiko Mikasa di çarçoveya serdaneke fermî de li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Şahzadeya Japonyayê Akiko Mikasa ji bo çend hevdîtinan çû Rihayê.

Akiko Mikasa di çarçoveya serdana xwe de çû Gola Masiyan.

Gola Masiyan wekî cihê ku Pêxember Îbrahîm lê hatiye avêtin nav agir tê zanîn.

Alîkarê Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Gokhan Yazgi jî di serdanê de bi Akiko Mikasayê re bû.

Akiko Mikasa li Gola Masiyan êm avêt masiyan û ji pisîka ku ji bo wê anîbûn hez kir.

Mikasa her wiha çû dîtina şikefta ku li gorî baweriyê Pêxember Îbrahîm lê jê dayîk bûye jî.

Piştî wê, serdana wê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.