AMED - Perwerdeya pirzimanî dest pê kir: ‘Ziman şêrîn e, zarokistan hêlîn e’
Amed (Rûdaw) - Li zarokistanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Peyas û Rezanê, serdema nû ya perwerdeyê bi coş û kelecan dest pê kir.
Di zarokistanan de ku bi awayekî pirzimanî perwerdeya pêşdibistanê didin, zêdetirî hezar zarokî bi Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Îngilîzî fêrî jiyanê dibin.
Dengê lîstik û stranên zarokan ji zarokistanên Amedê bilind dibe ku bi destpêkirina serdema nû re deriyên xwe ji zarokan re vekirine.
Di van navendan de zarok ji serê sibehê heta êvarê bi çalakiyên cur bi cur ên perwerdeyî û şahiyê dema xwe derbas dikin.
Mamosteya Pêşdibistanê Şahînat Bayramê anî ziman:
“Zarok li vir hînî hejmaran, xêzkirinê, rengan, lîstikên me yên gelerî û stranên xwe dibin.”
Perwerdeya pirzimanî ya di jîngeheke aram de
Zarokên ku di navbera 3 û 5 salî de ne di bin çavdêriya mamosteyên pispor de fêrî jiyanê dibin.
Mamosteya Pêşdibistanê Rûşen Yapiştiranê da zanîn: “Zarok li vir wekî zarokan dijîn. Ew fêrî Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Îngilîzî dibin.”
Avahiyên zarokistanan bi awayekî taybet û li gorî derûniya zarokan hatine dîzaynkirin; ji polên fêrkirinê bigirin heta xwaringeh, xewgeh û qadên lîstikê, her tişt bi baldarî hatiye amadekirin.
Mamoste Zehra Erbatûr jî hestên xwe wiha tîne ziman:
“Em li vir beriya mamostetiyê, ji zarokan re dayîktiyê dikin.
Em hezkirina dayîkê didin zarokên xwe, mîna ku li mala xwe bin.”
“Salane hezar zarok sûdê werdigirin”
Serokê Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Omer Saman li ser projeyê agahiyên berfireh dan û got:
“Sala 2015an dema me dest bi vê xebatê kir, slogana me ev bû, 'Ziman şêrîn e, zarokistan hêlîn e.'
Li Amedê 4 zarokistan hene; du yên Şaredariya Peyasê û du jî yên Şaredariya Bajarê Mezin in.
Ji bilî van, 4 navendên lîstikan jî hene ku ew jî girêdayî şaredariya me ne.
Bi giştî salane hezar zarok li van zarokistanan demên xweş derbas dikin.”
Li zarokistanan, ji bilî çalakiyên rojane, kargehên taybet ên wekî drama, muzîk, şano, felsefe, werziş û hunerê jî tên lidarxistin.
Bi vî awayî, zarok di temenê biçûk de kapasîteyên xwe nas dikin û bi gavekê li pêştir dest bi jiyanê dikin.