Li Wanê 2 mamoste bi kêrê hatin birîndarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kesekî 2 mamoste bi kêrê birîndar kirin ku rewşa yekî dijwar e.

Li gorî agahiyan, li Wanê kesekî ku di navbera wî û mamosteyê bi navê R.A. de pirsgirêke hebû, bi kêrê hat dibistanê.

Êrişkar bi kerê du mamosteyên bi navê E.Ş û R.Y.Î birîndar kirin.

Êrişkar ji aliyê mamosteyan hat girtin û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du mamosteyên birîndar bi ambulansê veguhastin nexweşxaneyê.

Her wiha birêvebirya dibistanê jî xwendekarên ku ji ber bûyerê tirsiyan şandin malên wan.