Li bakurê welêt berfê lê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li deverên bilind ên navçeya Sarîqamîşê ya Qersê berf hat.
Hîn payîz hêdî hêdî kirasê xwe yê zer li xwezayê dipeçê.
Lê deverên bilind en Qersê xwe bi kirasekî spîçil dixemilînin.
Li deşt û deverên nizim ên Qersê payîz e lê îro serê çiyayên bilind ên dora Qersê bi berfê xemilîn.
#WÊNE - Li bakurê welêt berfê lê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 19, 2025
❄️ Li deverên bilind ên navçeya Sarîqamîşê ya Qersê berf hat
📸AA pic.twitter.com/8ZN1uh3oNQ