Gundiyên Mûsilê: Jiyan dojeh bû

Guwêr (Rûdaw) – Artêşa Iraqê gundên başûr û rojhilatê Mûsilê kontrol kir. Xelkê gundan dibêjin DAIŞê dojeh nîşa wan da ye.

 

Di duwemîn roja operasyona Mûsilê de artêşa Iraqê li başûr û rojhilatê Mûsilê çend gund kontrol kirin. Piştî ku artêşa Iraqê ji sînorê navçeya Guwêrê ve dest bi êrîşê kir, xelkê gundên vê herêmê bi alên spî pêşwaziya serbazên Iraqî kir.

 

Yek ji ciwanê xelkê gundên hatiye rizgarkirin ji Rûdawê re got: “Bi xwedê DAIŞê em wêran kirin. Hûn bawer nakin wan çi anî serê me. Dojeh nîşa me dan. Em ê serbazan û artêşê daynin ser serê xwe. Silavê xweda li wan be.”

 

Ciwanê navbroî herwiha ragihand: “Min duh rihê xwe traş kir. Kesek ji derve bê rîh bidîtana ceza dikirin, bi zorê dikirin çekdar. Beriya niha ji ber traşbûnê 25 şelaq li min dan.”

 

Ciwaneke din jî behsa heman kiryarên DAIŞê kir û got: “Heger yekî destkariya pora xwe jî bikira dîsa ceja dikirin.”