Li Semsûrê otomobîlekê qeza kir: 4 kes bi giranî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û 4 kes bi giranî birîndar bûn.

Qeza şeva borî li ser rêya Semsûr-Rihayê, li nêzîkî gundê Battalhoyukê qewimî.

Otomobîla bi reqema 80 ACY 407 ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û AFAD çûn cihê bûyerê.

Şofêr û 3 kesên ku di otomobîlê de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin.

Tîman birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran giran e.