Rêya Gomespan-Simaquluyê hat vekirin: Hewlêr nêzîkî Silêmanî û Raperînê dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro rêya Gomespan-Simaquliyê vekir û ragihand ku ev proje Hewlêrê bi Silêmanî û Raperînê ve girê dide.

Mesrûr Barzanî ragihand ku Kompanyaya Hêmin Group karî vê projeyê bi awayekî herî baş û di demekê gelekî kurt de pêk bîne.

Kevirê bingehîn ê rêya du serî ya Gomespan-Simaquliyê Çiriya Pêşîn a 2024an hatibû danîn û îro bi awayekî fermî hat vekirin.

Her çend dema projeyê du sal bû jî lê ew di nava salekê de hat qedandin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, "Tevî hemû qeyran û astengiyên ku ji bo Kurdistanê tên çêkirin, tevî wan hemû pirsgirêk û giriftên ku ji bo aborî û bipêşxistina Kurdistanê hatin çêkirin, em niha li hemberî xelkê Kurdistanê û hemû cîhanê rawestiyane û ji wan re dibêjin, eger îradeyeke bihêz û neteweperwerên dilsoz hebin, tiştekî ne mumkin nîne."

Birrêvebirê Kompanyaya Hêmin Groupê Xalid Xoşnaw jî got, "Projeya rêya Gomespan-Simaquliyê rêya herî dijwar bû ku me kar tê de kiriye.

Ev proje dê Bendava Gomespanê ji aliyê geştyariyê ve bigihîne qonaxeke gelekî bipêşketî."

Mesrûr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de got ku ev rêya duserî beşek e ji projeyekê ku ji Hewlêrê dest pê dike û dê rê xweş bike ji bo girêdana Hewlêrê bi Silêmanî û Raperînê re.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku proje dê bibe alîkar ji bo kêmkirina qezayên trafîkê.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji ajokaran kir ku pabendî rênimayên çûnûhatinê bin û got, "Ji dema ku şoreşa çêkirina rê û banan li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye, qezayên trafîkê kêm bûne.

Ez dixwazim ku hûn rênimayên çûnûhatinê li ber çavan bigirin.

Hemû rênimayî ji bo selametiya welatiyan e."

Mesrûr Barzanî her wiha daxwaz ji xelk û geştyaran kir ku pabendî parastina jîngehê bin û got:

"Kurdistan welatekî ciwan e û ev proje wê ciwantir dikin, ez daxwaz dikim em wan biparêzin.

Ez aliyên pêwendîdar ên hikûmetê jî erkdar dikim ku rêkarên pêwîst li hemberî her kesê ku rêzê li jîngehê nagire bigirin û çavên xwe ji wan re negirin.

Hêvîdar im kes neçar nebe rûbirûyî cezayê pîskirina jîngehê bibe lê heke kesên ku rêza wan ji bo welat û xwe tune be hebin, em neçar dibin rêkarên din bigirin."

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê da ku masterplaneke mezin hatiye danîn da ku derdora Bendava Gomespanê bibe devereke geştyarî ku hemû xelkê Hewlêr û Kurdistanê sûdê jê wergirin.